Saziyên Ziman: Divê ambargoya li ser Rojava bê rakirin
- 15:14 12 Sibat 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Saziyên ziman ên li Şirnexê, bertek nîşanî dorpêça li ser Rojava dan û diyar kirin ku divê dorpêç di zûtirîn dem de biqede û xwestin ku Deriyê Sînor ê Murşitpinarê ji bo alîkariya mirovî bê vekirin.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî li Şirnexê derbarê êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanî de daxuyaniyek çapemeniyê dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan daxuyaniyê. Daxuyanî li ber avahiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li Cizrê hat dayîn. Pankarta "Divê dorpêça li ser Rojava bê rakirin/ Parastina Roajva tê wateya parastina mirovahiyê, dorpêçkirina li ser Rojava divê were rakirin" hat hilgirtin. Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî Cahît Akil metna daxuyaniyê xwend.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Wekî ku tê zanîn, piştî êrîşên li ser taxên kurdnişîn ên Helebê, Kurd li herêmên din ên Rêveberiya Xweser jî bi êrîşên dijwar û dorpêçeke giran re rû bi rû man. Tevî rêkeftinên îmzekirî û hemû hewldanên Rêveberiya Xweser, ku armanca wan diyalog û çareseriyeke bê şer û pevçûn bû, Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi hêzên xwe yên tundrew û cîhadîst êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser kir, di van êrîşan de gelê sîvîl, nexasim jî jin û zarok kirin hedef, sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn û binesaziya bajaran têk dan.
Li gel hemû peyman û danûstandinan, Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê û hêzên ku Tirkiye jî piştgiriya wan dike, dijminatiyê li destkeftiyên gelê kurd û li hevkariya kurdan a bi gelên din ên herêmê re dikin û bi taybetî jî, bêtehemilî û kîneke mezin raberî jinan û sîstema azadiya jinan dikin. Ev di birîna keziya şervanekî de pir eşkere diyar dibû, ji ber ku jin û ew keziya wan ji roja pêşîn heta îroj bûbû sembola Rojava û sîstema wê ya xwerêvebirinê.
Îro ji ber êrîş û dorpêça Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, girtîbûna deriyên sînor û êrîşkariyên li ser binesaziya jiyanî, gelê Rojava di mercên zivistanê de bê av, ceyran û pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê li hemberî komkujiyê li ber xwe dide. Îro roj, eger dê hewldaneke çareseriyê hebe, lazim e ku serê pêşîn Dewleta Tirk dest ji piştgirîkirina Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, dijminatiya Kurdan û bêtehemiliya xwe ya beranberî maf û destkeftiyên Kurdan berde; divê demildest dorpêça li ser Rojava û taybetî li ser Kobanê bê rakirin, ji bo gihandina alîkariya mirovî divê deriyên sînor veke.
Ji bilî gefa komkujiyê ya li ser gel, siberoja gelê kurd jî ji niha de bi plansazî û lîstikên Hikumeta Veguhêz di bin xetereyê de ye. Hikumeta Veguhêz dixwaze gelê kurd hem dest ji xwerêvebirinê berde hem jî perwerdeya bi zimanê dayikê bide rawestandin û qîma xwe tenê bi fêrkirina zimanê dayikê bîne. Diyar e ku di vir de rola Tirkiyeyê heye û ew fişarê dike ku gelê kurd ji hemû mafên xwe bê xalîkirin. Dewleta Tirk bi vî awayî modela xwe ya hîndekariya zimanê dayikê, ne perwerdeya bi zimanê dayikê, bi destê Hikumeta Veguhêz disepîne ser Rojava û dibêje yan mirin yan jî jîneke bê maf û destkeftî.
Weke saziyên zimanê kurdî, em vê êrîşkarî û gefa li ser Rojavayê Kurdistanê bi tu awayî qebûl nakin. Nabe ku li vir qala aştiyê bê kirin û li Rojava komkujî li gelê me bê ferzkirin, lazim e ku gelê kurd û gelên din hemû, xwedî mafên xwe bin, xwe bi rê ve bibin û bi xweseriya xwe hemû sîstemên xwe yên perwerde, rêveberî û jiyanê bi xwe bi rê ve bibin. Yên ku xwediyê hişmendiyeke tundrew a cîhadîst in tu carî nikarin temsîliyeta wan bikin.
Banga me li gelê me yê li her dera cîhanê ye ku terka piştgiriya Rojava nedin, torên xwe yên hevgirtina civakî xurttir bikin, yekîtiya di van mercên zehmet de avabûyî pêşvetir bibin û xwedî li jiyan û destkeftiyên Rojava derkevin.
Bijî Kurdî!
Bijî Berxwedana Rojava!
Jin, Jiyan, Azadî! "







