Li Kobanê jinan çalakî li dar xistin
- 15:00 12 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê ji bo kampayaya Keziyan ya ku hatî dest pê kirin, çalakiyek li dar xist.
Rêxistinan Kogra Star a bajarê kobanê ji bo qutkirina keziya şervana jin li qada Jina Azad a bajarê Kobanê çalakiyek lidarxist.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li wir Koordînasyona Kongra Star a Peyman Elûş axivî.
Peyman Elûş diyar kir ku jinên ku rûmeta mirovahiyê parastin di şoreşa 19`ê Tîrmehê de û şoreşa jin belavî tevahî cîhanê kir û wiha got: "Jinan bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyan têkoşîn kir û ev zihinyeta ku jinan dike hedef têk bir. Jin bi berxwedan û têkoşîn xwe bûn sembola azadiyê.
Peyman da zanîn ku çeta heta ji keziyên jinan ditirsin û tirsa li ser keziyên jinan, wan keziyek qut kir li şûna wê bi hezaran û milyonan keziyên jinan hene.
Piştî Keziya ku bi rengê Kesk, Sor û Zer ku bi destên jinan hatibû hûnandin, li pêşiya Qada Jina azad hat daliqandin.
Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan Azadî" bi dawî bû.







