Li Danîmarkayê çalakiya ‘Ji Rojava re statu’
- 21:06 21 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Kopenhag a Danîmarkayê li hev civiyan, bi daxwaza naskirina statuya Rojava mitîng li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytextaKopenhag a Danîmarkayê, bi armanca naskirina statuya Rojava di saet 13:00’an de li Qada Kultorvetê li hev civiyan.
Di mitîngê de axaftinên cuda hatin kirin. Parlamenterê Enhedslistenê Rosa Lund, nûnera berê ya partiya AP û SF’ê Pernille Frahm û nûnerên Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê mafê axaftinê girtin.
Rosa Lund di axaftina xwe de wiha got, “Divê em ji bîr nekin; Kurd di 2014’an de têkoşînekî pir mezin dan û ger em îro li vir rehet bin em deyndarê Kurdan in.”
Di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên Pernille Frahm “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG-YPJ”, “Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistan yek welat e” û “Status for Rojava” hatin berzkirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku heta ku statuya Rojava neyê mîsogerkirin wê çalakî dewam bikin.







