Ji utopyaya jina azad ber bi avakirina pergalê

  • 09:03 18 Îlon 2026
  • Jineolojî
"Nasname tenê bi hebûnê nayê pênasekirin, gava ku jiyana nû bi nirxên civakî re tîne gel hev e. Ji ber civakên azad û wekhev, dema kes dikeve zikê dayika xwe  mafê wan dikeve bin ewlehiya civakî. Di vê hevsengiyê de, dixwaze zemîna civakî ya bi awayekî azad bijî, ava bike."
 
Rûşen Seydaoglu
 
Pirsa; jina azad kî ye? Çawa dijî? Alî jinên Kurd de momenteke ku bandor dike ye. Rûhevhatina bi vê re,  dikare jinan di alî fîzîkî, rih û fikr de bikşîne nav kaosê. Bi îfadeyek hîn rastir; bi kaosa ku ji xwe tê de ye, re haydar dike.
 
Rewşa me ya tê tunekirin, înkarkirin û bi zext û êrîşan re rûhevhatin û dîsa rewşa me ya rêxistinkirî xwedî hişmendî ligelhev digere. Ev her du reşên me jî wek koas û cihê azadiyê xwe bi rêve dibe. Ji ber vê jî  Tevgera Jina Kurd ku nav kaosê de vejiyaye, ji avabûna wê heta niha xwe dispêre nasnameya jina azad. Nasnameya jina azad herikbariya jiyana jinê ya hebûna xwe ji nû ve afirandiye û siyasî kiriye. (Manîfestoya Azadiya Jinê ya Sedsala 21’ê)
 
Di vê herikbariyê de ji bo avakirina nasnameyê her tim hewce bi zemîn, normên hundir-derve hatiye dîtin. Bi naskirina hişmendiyên wek ‘Xwebûn’ û qebûlkirian wê re statuya nû hat bidestxistin û defetê xwe afirandinê dikare bê zêdekirin. Di zemînên ku dema hebûn bi tena serê xwe têrî pênasekirina nasnameyê neke ji bo ev derfet pêk bê, divê em li rê û rêbazên afirandinê bigerin.
 
Statuya jinê bi hevsengiya hebûn-tinebûn, qanûnîbûn-dijqanûnîbûnê de bi tena serê xwe çareseriyê nebîne jî ya ku dîroka nasnameya jina azad vedibêje; li aliyekî ev nasname xwe rêxistin dike li aliyê din ji aliyê civak û pergalê ve naskirina wê wek hewcedarî tê dîtinê ye. Yanî nasîn, wek parçeyek têkoşîna azadiya jinê ferze. Divê em vê ji referansên felsefî û dîrokî qut nebikin, bi giştî bi hiqûqê re bînin gel hev û ji nûve polîtîkayê biafirînin. Qada polîtîk a nû wek hêza guherîna azadiya jinê, wek xeta sêyemîn dikare bê afirandin.
 
2. Bendava Naskirinê: Serpêhatiya Zayendî ya Xweseriyê
 
Nasname tenê bi hebûnê nayê pênasekirin, gava ku jiyana nû bi nirxên civakî re tîne gel hev e. Ji ber civakên azad û wekhev, dema kes dikeve zikê dayika xwe  mafê wan dikeve bin ewlehiya civakî. Di vê hevsengiyê de, dixwaze zemîna civakî ya bi awayekî azad bijî, ava bike.
 
Di pergalên dewletan de kî tê nasîn di bin tekela rêveberan de ye, bi şertên ew ava dikin diyar dibe. Fikr û raman, biryardayîn,  di bin tekela çîn, netew an jî zayendek diyarkirî de ye. Qetilkirina kesên nayên naskirin, cezakirin û tunehesibandina wan bi qanûnan dikin bin ewlehiyan. Hewce bi kontrolkirina wan jî nayê dîtin.
 
Bê guman îtîraz, berxwedana li dijî vê her tim berdewam kiriye, lê mixabin avakirina dixwestin di civakê de bandor nekiriye. Pergala serdest ya mêr ji serî de li ser jinê kontrol û serdestî ava kiriye û bi îdeolojiya zayendperest xwe pêş xistiye. Bi vî awayî jî heqîqet her tim piştperde hiştiye.
 
Bêstatuhiştina jinan xwe dispêre bi hezaran sal berê. Lê îro jî evqas rojaneye. Serdestiya mêr û dewletê bi hevkarî, mudaxale kiriye, li dijî çanda civakî çand, li dijî ahlaqê hiqûq-ahlaq ava kiriye. Operasyona tunehesibandina jinê seranserê dîrokê bi zemîn û norman hatiye rewakirin.
 
2.1.Civaka Xwezayî, Mîtos, tecrubeyên ol û felsefeyî
 
Nasnameya jina meqbûl-azad dema modern de di carekê de derneket holê. Di her asta dîroka mirovahiyê de vê rojevîbûna xwe parastiye. Zanîna jinê bi demê re veguhertina li tabuyê, polîtîkayên ku zîhniyetê diguherîne ye. Bi analîza Merlîn Stone, ya pîroz qirêj hatiye îlankirin û bê banor hatiye hiştin, bi biyolojiyê, rêya çewitandina rîtuelên civak afirandiye, hatiye tercihkirin.
 
Ji sedî 80’ê dema dîrokê de, pîvanên bi hev re jiyanê, cezakirin û hilberîn bi teşeyê rêveberiya cih û demê ya bi bedena jinê derketiye holê. Statuya jinê ya dema ewil divê ji zanîn û hêza çareseriyê ya jinê serbixwe neyê xwendin.
                 
Ev veguherîn bi xwe re şîroveyên girîng yên der barê jiyana civakî de jî tîne. Mînak tê gotin ku tecawizkarên jinan ji aliyê civakê ve ji civakê tên dûrxistin heye. Li aliyê din jî musebbiyên destgiriyê tên sûcdakririn û tên dûrxistin heye. (Samuel Noah Kramer, dîrok ji Sumeran destpê dike.) Erdnîgariyên ku serdestiya mêr û hiyerarşî bi lez dikevinê û erdnîgariyên ku çanda jinê lê berxwe didin, ji mîtosan re wisa dibin mijar.
 
Ev bi felsefeyê, bi destê olan ku jin ji jiyanê tên dûrxistin, bi hevkariya pirtûkên pîroz dest pê dike. Her tişt ji destê jinê tê girtin û ji xweda û elçiyê wê yên mêr re tên hiştin. Zanînên ji jinê fêrbûne manîpule dikin û jinan heps dikin. Jin ji jiyan, xwezayê tên qûtkirin.
 
Perwerde ji civakê, zanîna jiyanê ji perwerdehiyê tê qûtkirin. Jina di navenda perwerdehiya civakê de, nikare xwe bigihîne perwerdehiya pergala nû, dijqanûnî tê dîtin. Bi vî awayî ji xizmeta bêdawî ya mêr û pergalê re tê vekirin.
 
Di dawiya rojê de bi rolên zayendperest koletiya modern tê afirandin. Jin ji nasname, siyasetê tê qûtkirin, li girtîgeh, tîmarxane, malan tên hepskirin û hincetê vê jî qanûn û darizandin ava dikin.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Hînkariyên hiqûqa modern’ wê bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.