‘Mafê nefeqeyê ji nîqaşê re vekirin darbeya li mafê jiyanê ye’
- 09:04 18 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL - 13’yemîn Pakêta Darazê ku wê bê rojeva meclîsê sînorkirina demê ji nefeqeya xizaniyê re tîne. Ji Meclîsa Jinan a HDK’ê Ekîm Devrîm Çapartaş da zanîn armanca vê ev e ku jinê hepsê nav tundiyê bikin û got: “Gotinên ‘mexduriyeta mêr’ aliyê wê yê hiqûqî tune."
13’yemîn Pakêta Darazê ku der barê nefeqeya xizaniyê de sînorkirinê tîne di 1’ê Cotmehê de wê bê rojeva meclîsê. Bang û îtîrazên rêxistinên jinan jî didomin. Ji Meclîas Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ekîm Devrîm Çapartaş der barê mijarê de axivî. 
Ekîm Devrîm Çapartaş da zanîn ku sererastkirina der barê mafê nefeqeyê de mafê jiyana jinan a piştî destberdanê hedef digire û bi rakirina ewlehiya aboriya jinê destberdanê zehmet dikin. Ekîm Devrîm Çapartaş wiha anî ziman: “Desthilatdarî bi her awayî dixwaze pêşî li destberdanê bigire. Bi van pêkanîna zehmet dikin û navbeynarkiriyê tînin. Hewl didin nefeqeyê bibirin. Ev jî darbeyek li destkeftiyên jinan e.”
‘Divê nefeqe wek rêbaz bimîne’
Ekîm Devrîm Çapataş di berdewamiyê de nefeqeya xizaniyê girêdayê ewlehiya aboriya ku jin piştî destberdanê pê re tên rû hev û wiha bi lêv kir: “Di pergaleke ku keda nav malê ya jinan tune tê hesibandin de divê mafê nefeqeyê wek rêbaz bê parastin. Nefeqeya ku piranî jin daxwaz dikin jî ya xiznaiyê ye. Di destberdanê de kîjan alî bikeve xizaniyê nefeqe ji wî alî re tê girêdan.”
‘Tu aliyê hiqûqî yê mêrên mexdur tuneye’
Ekîm Devrîm Çapartaş balkişand ser gotin ‘mexduriyeta mêr’ û got di bin vê gotinê de kampanya tên meşandin û ev jî parçeyek polîtîkaya dijminahiya li hember jinê ye û ev tişt got: “Di vê pergala ku mêr bi rêbazên aborî û hiqûqî ji berpirsyariyê direvin de, di esasê de jin û zarok mexdûr dibin û mafê wan tê xespkirin. Mekanîzmayên daraz û zîhniyeta mêr vê xesprkirinê hîn bêtir kûr dikin. Mexduriyeta mêr propagandayeke pir valaye. Kesên di bin mexduriyeta nefeqeyê de aktîvîstiyê dikin jî nefeqeyê nadin. Ev bû mijara nûçeyan. Tu aliyê hiqûqî yê çîroka ‘mêrên mexdur’ tuneye.”
Ekîm Devrîm Çapartaş da zanîn ku bi polîtîkayên 10 salên Malbatê hewl tê dayîn jin hepsê nav tundiyê û mekanîzmayên zextê bên kirin û ev gavên wias der barê îradeya azadiya jinê û destberdana jinê de ye.
‘Ji bilî têkoşînê rê tuneye’
Ekîm Devrîm Çapartaş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro nîqaşên mafê nefeqeyê, mîrateyê dest dide jiyana hemû jinan. Ligel vê ji bilî têkoşîna yekbûyî rêyek din ji bo jinan tuneye. Ji ber vê jî dema nû de divê em piştgiriyê bidin hev, bi hev re têbikoşin, xwe rêxistin bikin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”







