Li Cizîrê bi kulîlkan tevli bîranînê bû, li Hezexê kurê xwe pêşwazî kir
- 09:02 18 Îlon 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX- Halîme Akman ku bi kulîlkan tevli bîranîna di 26,27,28’ê Tebaxê de li Cizîrê pêk hat bû, di bîranîna li Hezexê de wêneyê kurê xwe bi kulîlkan, rengên kesk, sor û zer xemiland.
Ji bo kesên ku di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê bernameyên bîranînê pêk hatin. Di bernameyên bîranînê de kon hatin vedan û ev kon ne wek konê şînê wek konê piştevanî û berxwedanê bûn.
Dayikan bi berxwedêriyek mezin oxir kirin. Li Botanê jî di 26-27,28’ê Tîrmehê de bîranîn pêk hat. Piştevaniyeke mezin li wir hebû. Yek ji dayikên kon ziyaret kir dayika ji gundê Deştadarê ya Hezexê bû.
Her roj bi kulîlkan hat û kulîlkên xwe dida ber wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane. Yek rojekê destvala nehat. Di 11,12,13’ê Îlonê de jî li navçeyên din yên Şirnexê bîranîn hebûn. Li Hezexê jî pêk hat. Jinek hebû li wêneyê kurê xwe digeriya û gelek carî gotina ‘tu hezar carî bi xêr hatî delalê min’ dubare kir. Wêneyê kurê xwe xemiland û bang li dayikan kir û got ‘Delalê we hemûyan bi xêr hatiye.’ Ji bo wê hemû kesên jiyana xwe ji dest dabûn wek kurê wê bû. Wêneyê kurê xwe xemiland û nîşaneya serkeftinê kir.
Di roja duyemîn de jî çavên min her tim li wê dayikê bû. Her roj zêdetir wêneyê kurê xwe dixemiland û roja duyemîn ji bo zarokên dayikên din jî xeml anîbû. Dayika li Cizîrê bi kulîlkan dihat bîranînê kurê xwe oxir kir. Di roja dawî de mewlûd hat dayîn û li Sîlopiyê ji bo 88 kesî bername pêk hat. Bê guman wê dayikê li wir cihê xwe girtibû. Bi dengekî bilind dirûşma ‘şehîd namirin’ berz dikir.
Roja dawî ez çûm cem wê û tevî êşa wê ya mezin bi rûkenî sohbet kir. Halîme Akman kurê xwe Mehmet Emîn Akman (Seyît Tolhildan) vedibêje…
‘Min şehîdê xwe bi kulîlkan pêşwazî kir’
Halîme Akman da zanîn kurê wê di 2012’an de li Qendîlê tevli PKK’ê bûye û di meha duyemîn a sala 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. Halîme Akman wiha berdewam kir: “Nû aşkera kirin ku jiyana xwe ji dest daye. 7 sal berê jiyana xwe ji dest daye. Ez bi kulîlkan tevli bîranînê bûm. Ji ber kulîlk sembola azadiyê ye. Ez şehîdê xwe wisa pêşwazî dikim. Şehîdên me rûmeta me ne. Em bi saya wan hatin van rojan.”
‘Li Kobanê şehîd ketiye’
Halîme Akman da zanîn ku di bîranîna li Cizîrê de hîna kurê wê nehatiye aşkerakirin û wiha berdewam kir: “Lê ez çibûm Rojava carekê min bihistibû ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Lê bi awayekî fermî nehatibû aşkerakirin. Kurê min li Kobanê şehîd ketiye. Em tu car nikarin deynê şehîdên xwe bidin. Ez deyndarê şehîdê xwe me. Ev ne tenê şehîdê min e, yê me hemûyan e. Şehîd hemû rûmeta me ne. Ew her yek lehegenk in. Kurê min jîr bû, jêhatî bû wêrek bû. Ez çi jî bikim nikarim deynê wî bidim.”
‘Şehîd tu car namirin’
Halîme Akman wiha vegot: “Heta ez sax bim di rêya wan de me. Ez bi gopal jî bisekinim ez ê di şopa wan de bim. Şehîd tu carê namirin.”
Halîme Akman li wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dinêre û wiha dibêje: “Ez niha vî wêneyî bigirim bixemilînim, derxim esmanan jî têr nake. Ez deyndarê wan im. Çi jî bikim têr nake.”







