Abdullah Ocalan: Li Şengalê parastina cewherî ferz e
- 17:47 30 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama ku ji bo gelê Êzidî şandiye de wiha got: “Divê teqez Êzidî bibin xwedî hêza parastina cewherî. Divê YBŞ li Şengalê bimîne û di Artêşa Iraqê de cih bigire.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Êzidî peyam şand.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
"Li gel destavêtina DAÎŞ'ê jinên Êzidî xwedî sekneke bi hêz e? Divê vê zanibin; çanda Êzidî jî bi tena serê xwe têra azadiyê nake. Ez vê dibêjim; her wiha min ev ji dewletê re jî got û ez dubare dikim; bi awayekî giştî li hemberî îxtimala êrîşê ya li ser Êzidiyan, em ê wan bi awayekî çekdarî biparêzin. Ango li vir her tişt di rêya xwe de be jî em ê zêdetir giranahiya xwe bidin wir û em ê wan biparêzin. Divê dewlet jî vê fêhm bike.
Peyama min ya ji bo wê jina ciwan jî ev e: Tiştên ku bi serê we de hatiye, divê we bi hêz bike. Divê kesayeta xwe mezin bike. Divê zimanê xwe giştî bike û bigihîne asta ku xetê bi pêş dixe. Eger Kurdî bizanibe, divê nivîskî jî fêr bibe û di asteke berfereh de bi kar bîne. Divê tiştên ku qewimîne binivîse û wan bike malê dîrokê. Hêvîdarim ku di demeke nêz de em hevdu bibînin.
Divê YBŞ li Şengalê bimîne. Eger ev nebe, ne Berzanî, ne jî Ereb mafê jiyanê nadin wan. Eger YBŞ di nava artêşa Iraqê de cihê xwe bigire, divê li cihê xwe bisekine. Biryara îmhaya wan hatiye dayîn. Divê teqez Êzidî xwediyê hêza parastina cewherî bibin. Gelê Êzidî niha ji pêvajoya qirkirinê derbas dibe û ev gel, ji hêla qanûn ve nayê parastin.
Li gorî ku tê gotin di navbera YBŞ û hikûmeta Iraqê de hin hevdîtin hene. Heya ji bo lihevkirinê belgeyekê jî hatiye amadekirin. Lê ev ji hêla serokwezîr ve nehatiye îmzakirin. Tê gotin ku Tirk astengiyê çêdikin. Divê Tirkiye vê astengiyê neke. Ji ber ku Êzidî wisa qala herêmeke xweser nakin. Demokrasiya mehelî dixwazin. Em ê van hemûyan bi komîteya jor re biaxivin. Ez texmîn dikim wê daxwazên me bi rehetî bêne qebûlkirin. Yê cudakarî û parçebûnê dixwaze PDK ye. Em ê di civîna komîteyê de li ser van biaxivin.
Divê weke modela Tirkiyeyê ji bo Şengalê jî modeleke bê pêşxistin. Min ji ber vê, astengiya PKK'ê ji holê rakir. PKK, êdî li pêşiya çareseriya pirsgirêkan bibû asteng. Yanî PKK'ê temenê xwe tamam kiribû û rola xwe lîstibû. Li gel vê jî eger mirov li gorî vê rastiyê tevnegere wê pêvajo felç bibe. Di encamê de min biryara fesixkirina PKK'ê girt û berpirsyarê vî karî ez im. Dibe ku hin kêmasî hebin lê ev nêzîkatî rast e.
Li Şengalê xweparastina pêwîst e. Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cihê xwe bigire. Li gorî ku tê gotin Iraqê ev qebûl kiriye. Ev çêbe baş e. Li pişta DAÎŞ'ê kî heye hîn nediyar e. Netewperestiya Ereb bi hêz e. Kêm jî be eger firsendê bibînin wê gelê Êzidî ji holê rakin. Netewperestiya Ereb li Kerkûkê jî Tirkmen ji qetlîamê derbas kir. Ji bo ku ev nebin divê asayîşa mehelî hebe. Li Iraqê ev tişt hema bêje ji bo her eşîrê derbasdar e. Sazîbûna li Tirkiyeyê li Iraqê nîn e. Parastineke wiha jî bo Tirkmen û Êzidiyan lazim e. Divê pirsgirêkên Êzidiyan jî bêne çareserkirin. Pêwîst e ji nêz ve bi Şengalê re eleqeder bûn çêbe.”







