Karwanê pêncemîn ê koçberên Serêkaniyê îro bi rê dikeve
- 11:34 13 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanê pêncemîn ê koçberên gundewarên Serêkaniyê, dê îro ji Kampa Serêkaniyê berê xwe bidin gundên xwe.
381 malbatên koçberên Serêkaniyê dê îro ji Kampa Serêkaniyê (Telai) ji bo vegera li warê xwe yê resen di nava karwana pêncemîn de, berê xwe bidin gundewarên Serêkaniyê.
Ev veger di çarçoveya pêvajoya vegera malbatên koçber ji bo gundên li derdora Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê pêk tê.
Karwanê çaremîn ê ku ji 518 malbatên koçber pêk tê, 8`ê Cotmehê vegeriyan gundên xwe.







