Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê: Pêvajo firsendê pêşkêş dike
- 13:51 15 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Amadekara Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê Seroka EUTCC Kariane Westrheim, diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk firsendeke girîng pêşkêş dike. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî got: “Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re deyne.”
Roja duyemîn a Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê bi axaftin û peyaman dest pê kir. Di konferansê de peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê şandibû jî hate xwendin.
Amadekara Konferansa 20'emîn Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) hîndekara Zanîngeha Bergen a Norwêcê Kariane Westrheim destpêkê axivî.
Di rûniştina destpêkê de ku endama Desteya Rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdeviren moderatorî jê re dikir û Kariane Westrheim spasiya kedkarên konferansê kir û qala guherînên siyasî û şêweyên tevlibûnê yên ji sala 2004an ên destpêka konferansê û vir ve kir.
Kariane Westrheim piştre bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha got: “Navê birêz Ocalan êdî di çarçoveya aştî û çareseriya siyasî de li saziyên Ewropayê bi eşkere tê nîqaşkirin.”
Kariane Westrheim bal kişand ser pêvajoya ku di 2025'an de dest pê kir û ev yek anî ziman: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan ku sala 2025an kir, li Parlamenta Ewropayê hate nirxandin. Parlamenta Ewropayê bûyerên piştî vê bangê weke firsendeke dîrokî pênase kir. Eger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, dema ku mijar bibe demokrasî, mafên mirovan, serweriya hiqûqê û azadiya siyasî nabe ku di pirsgirêka Kurd de îstîsnayê bike.”
Kariane Westrheim ragihand ku pirsgirêka Kurd gelekî berfireh bûye, meseleya Kurd bi xwe divê bi aliyê xwe yê siyasî bê nirxandin û got: “Ev jî ferz dike ku diyaloga siyasî û rola Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin.”
Kariane Westrheim destnîşan kir ku wan pirsgirêka Kurd ti carî di çarçoveya sînorên Tirkiyeyê tenê de nenirxandiye û konferansa EUTCC û torên ku ava kiriye ji çar parçeyên Kurdistanê, yanî ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê deng û nêrînên cuda gihandiye hev.
Kariane Westrheim axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya îro firsendekê pêşkêş dike. Lê belê ev firsend hîn aştî bi xwe nîn e. Divê em bi hêvî nêzî vê demê bibin, lê belê ji rastiyê jî dûr nekevin. Aştî ne tiştekî wiha ye ku bi xwe pêk were. Destketiyên Kurdan ên salên dawî bi dest xistine hîn garantîkirî nîn e. Ji ber vê yekê jî EUTCC hîn xwedî roleke girîng e. Wezîfeya me ya îro tevkariya li piştgiriya vê pêvajoyê ye.”
Piştî axaftina Kariane Westrheim sînevîzyonek li ser 20 salên dawî ya Konferansên Kurd ên li Parlamenta Ewropayê hate nîşandan. Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo konferansê şandibû, hate xwendin.
Xelatgira Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê ya Parlamenta Ewropayê Leyla Zana ku nekarî beşdarî konferansê bibe peyamek şand. Peyam ji aliyê Kariane Westrheim ve hate xwendin. Leyla Zana di peyama xwe de wiha dibêje; “Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd deriyekî gelekî dîrokî vebûye. Li dawiya tunelê ronahiyeke hêviyê ya gelekî xurt a ji bo siberojê xuya dike. Ji bo ev ronahî veguhere rastiyê, divê hemû aliyên siyasî bi berpirsyariyê rabin. Di heman demê de berjewendiya hevpar a her kesî ye. Ev berpirsyarî ya hemû aliyan e. Divê polîtîkaya redkirinê êdî bi dawî bibe; polîtîkaya qebûlkirin û naskirinê bikeve şûna wê. Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re çêke û ev meseleya bi pirsgirêk bêyî derengketinê bê çareserkirin.”
Axaftvana sêyemîn a rûniştina destpêkê palpiştê konferansê Xelatgira Nobelê aktîvîsta mafên mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî bû. Şîrîn Ebadî wiha got: “Beriya her tiştî spasiya birêz Ocalan dikim ku keda xwe di lidarxistina vê konferansê de heye. Birêz Ocalan bi wêrekî guherînên dibin dibîne. Ez birêz Ocalan pîroz dikim, ji ber ku bi wêrekî guherînên diqewimin dît. Dît ku êdî şert û merc rê nade têkoşîna çekdarî û biryar da ku li şûna çekê bi pênûsê têbikoşe. Bi dîtina min ev biryar gelekî rast e.”
Şîrîn Ebadî bal kişand ser rewşa li Îranê û got, “Li welatê me Kurd, Belûc, Azerî, Ereb; gelên cuda hene. Mixabin Komara Îslamî ya Îranê zimanên van gelan bi fermî nas nake. Halbûkî Kurd jî di nav de ev gel divê karibin li gel Farsî bi zimanê xwe hîn bibin, bixwînin û binivîsînin. Farsî dikare bibe zimanê hevpar ê me hemûyan; lê belê her gel divê xwedî wî mafî be ku li welatê xwe bi zimanê xwe hîn bibe û bi kar bîne.”
Şîrîn Ebadî herî dawî anî ziman ku ew hêvî dike ku di konferansa sala bê de Abdullah Ocalan jî bibîne û destnîşan kir ku dewlet bi berdana Ocalan re wê gavekê biavêje û pêvajoya tevlibûna li nava Yekîtiya Ewropayê jî hîn kurt bibe.
Şêwirmendê Navbeynkar ê Neteweyên Yekbûyî Mark Muller jî axivî û wiha got: “Ez dixwazim îro li vê derê destpêkê vê peyamê bidim: Aştî pêkan e. Ne tenê ji bo temenê me di nava van deh salan de em dikarin bigihêjin aştiyê. Ji bo pêkhatina vê jî divê hemû alî îradeya siyasî nîşan bidin. Em weke navbeynkar û parêzvanên mafên mirovan di nava 40 salên dawî de hîn bûn ku çareseriyeke leşkerî ya vî şerî nîn e. Lê belê heta ku hemû alî fikarên hev fêm nekin û deriyekî serdemeke nû venekin, wê çareseriyeke aştiyane jî nepêkan be. Ji bo aştiyê birêvebirina muzakereyê qet ne hêsan e. Divê alî hevdu fêm bikin û ji lihevkirinê re amade bin. Lê belê destketiyeke ji vê hêjatir bê bidestxistin nîn e.”
Mark Muller ku di heman demê de yek ji parêzerên Abdullah Ocalan ên li Dadgehên Ewropayê bû û wiha got: “Otorîteyên cemaweriyê qebûl bikin an jî nekin, rola Abdullah Ocalan ne tenê ji aliyê bêçekbûnê û teşwîqkirina ji bo tevlbûna jinûve ya li nava civakê, di heman demê de ji bo lihevkirinê û nûbûnê gelekî krîtîk e. Ne karê min e ku ji Tirkiyeyê re bibêjim bê divê bi çi rengî nêzî vê meseleyê bibe. Lê belê weke yek ji parêzerên berê yên Abdullah Ocalan wê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, wezîfeya min e ku balê bikişînim ser wê yekê ku dadgehê hîn biryara xwe ya têkildarî mercên ragirtina wî bi cih neaniye.”
Mark Muller bi taybetî bal kişand ser Mafê Hêviyê û ev yek destnîşan kir: “Aştî pêkan e; yekane tişta divê bê kirin danîna îradeya siyasî ye.”







