Kiryarê destdirêjiyê Ayhan Şenguler beraet kir
- 14:17 14 Cotmeh 2026
- Hiqûq
STENBOL - Hîfa Îkra Şenguler a ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû, bi destdirêjiya Ayhan Şenguler re rûbirû mabû. Danişîna ku Ayhan Şenguler dihat darizandin, dadgehê biryara bereatê da.
Rêveberê Weqfa ji Quranê re Xizmet Ayhan Şenguler, destdirêjî li Fatmanûr Çelîk û keça wê Hîfa Îkra Şenguler kiribû. Fatma Nur Çelîk li dijî vê bi salan têkoşîna edaletê da. Dû re cenazeyên Fatma Nur Çelîk û zaroka wê Hîfa Îkra Şenguller ku li perava navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê hat dîtin.
Beriya mirina bi guman a Hîfa Îkra Şenguler, derbarê destdirêjiyê de doz li Ayhan Şenguler hatibû vekirin. Danişîn di 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên Hîfa Îkra Şenguler û kiryar Ayhan Şenguler beşdarî danişînê bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Ozgul Sakî, parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca û gelek rêxistinên jinan beşdarî danişînê bûn.
Piştî tespîta nasnameyê, kiryar Ayhan Şenguler parastina xwe kir û destdirêjiyê red kir.
Parêzerên Hîfa Îkra Şenguler, daxwaz kir ku doz ne veşartî bê dîtin. Her wiha parêzeran ji şandeya dadgehê re got ku "Hûn jî berpirsin. Ji ber ku Hîfa li dadgehê li pêşberî gelek mêran îfade da. Hûn bi xwe li dijî biryara veşartî derketin. Niha Hîfa Îkra û Fatmanûr mirin e lê doz bi veşartî tê dîtin!"
Dadgehê daxwaza parêzeran a rakirina biryara veşartî red kir.
Parêzerên Hîfa Îkra Şenguler daxwaza girtina kiryar Ayhan Şenguler kir.
Dozgerî daxwaza bereata Ayhan Şenguler kir.
Şandeya Dadgehê jî biryara bereata Ayhan Şenguler da.







