Nobeta li dijî JES’ê di roja 163’emîn de ye

  • 18:43 13 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê li gundê Xwarik ê Gimgimê, di roja xwe ya 163’yemîn de berdewam dike.Gundiyên Canesera nobet dewr girtin.
 
Çalakiya nobetê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Energy Generation Inc ku navenda wê li DYA’ye ve li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin hatiye destpêkirin, didome. Di roja 162’yemîn a nobetê de, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nedin av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin.
 
Welatiyên gundê Canesera nobet dewr girtin.