ROJEVA 17'YÊ COTMEHA 2026'AN
- 09:00 17 Cotmeh 2026
- Rojev
*Jinan der barê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd bi dawî bibe û aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. DÎMEN HEYE
*Ji tora Jinan a WAVE Elena Florîanî diyar kir ku divê jinên Kurd di mekanîzmayên li dijî tundiyê de bi zimane xwe xizmetê bigirin, piştgiriya wan bê kirin. DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol balkişand ser hilweşîna ekolojîk a li Kurdistanê tê jiyînê û diyar kir ku ev hilweşîn bandorek mezin li ser jiyan û keda jinê dike, jinan ji hilbirîn û nirxên çandî dûr dixe. BI DÎMEN
* Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a ku hêj di zaroktiya xwe de tevlî têkoşîna li dijî zordariya li ser gelê xwe bû heta dawiya jiyana xwe li ber xwe da. Muhsine Aslan, bal kişandina ser pabendbûna Hatûn Aslan a ji bo têkoşîna jinan û hêviya wê ya ji bo aştiyê, got: "Ew ne tenê dayika min bû; ew dayika hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de cih digirtin, bû." DÎMEN HEYE







