Çîroka keda 53 salî: Tevî zehmetiyan em azadiya aboriya xwe bidest bixin

  • 09:04 16 Cotmeh 2026
  • Ked/Aborî
Elfazî Toral
 
STENBOL - Munevver Ecer a 65 salî ku ji 12 saliya xwe de dest bi dirûnvaniyê kir 53 sal in bê navber didome. Munevver Ecer tevî krîza aborî, koçberî û temenê pêşketî, jiyana xwe bi keda xwe didomîne û wiha bang li jinan dike: “Li ser piyên xwe bisekinin.”
 
Munevver Ecer a 65 salî ji ber şertên aborî ji Kerborana Mêrdînê koçî Stenbolê dike. Seranserê jiyana xwe bi zor û zehmetiyan re tê rû hev û tevî vê bi keda xwe li ser piyan disekine. Di 12 saliya xwe de dest bi dirûnvaniyê dike, di 14 salî de dizewice û 11 zarokan mezin dike. Ev 13 sal in li Stenbolê dirûnvaniyê dike û debara xwe dike.
 
Munevver Ecer der barê jiyana xwe de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Min bi hewldana xwe fêr kir’
 
Munevver Ecer da zanîn ku di temenê biçûk de hînî dirûniyê bûye û wiha domand: “Ez ji 12 saliya xwe de dirûnê dikim. Dema biçûk bûm maşîneya me tunebû. Min qumaş didan ber hev û bi destan didrût. Piştî vê min maşîneyek ji xwe re girt. Ji wê rojê de ez cilan didrûm. Ez bi derfetên xwe vî karî hîn bûm.”
 
‘Tevî hemû zehmetiyan min azadiya aboriya xwe bidest xist’
 
Munevver Ecer diyar kir ku dema li gund dijiya di bin şertên giran de dixebitî û got: “Keda jinê nayê dîtin. Li gund me pembû kom dikir. Min şivantî dikir. Min hem li zarokên xwe mêze dikir hem karê malê dikir. Bi şev û roj em dixebitîn. Karê me giran bû. Niha hefteyê 6 rojan dixebitim. Ji 08.00’an heta niha 19.00-20.00’an dixebitim. Hevjînê min kal e nikare bixebite. Ez li zarokên xwe li neviyên xwe dinêrim.”
 
Banga têkoşîn û piştevaniyê
 
Munevver Ecer wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber krîzê em nikarin qumaşên nû bigirin. Berê karê me pir bû. Êdî hêza min têr nake. Ez bi parçeyên qumaşên ji atolyeyên tekstîlê tînim cilan didrûm û difroşim. Ez qumaşên bermayî tînim cilan didrûm. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Ez bang li hemû jinan dikim. Têbikoşin û di nava piştevaniyê de bin. Keç û bûkên min jî wek min bi hêz in. Li ser piyên xwe disekinin.”