Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan
- 19:19 19 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî çend rojan ji fikar, bendewariyê û dayîna pereyan, koma çekdar a ku malbata Kurd a ji gundewarên Kobanê revandiye berda.
Komeke çekdar welatî Ebdullah Hebeş ê ji gundê Uwênî yê gundewarê Kobanê, hevjîn û 5 zarokên wî li herêma Tilkelex a girêdayî Humsê dema hewl dida ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê bibe revand.
Qaçaxçiyê ew malbat derbas dikir, malbat radestî komeke çekdar li herêma Tilkelexê kir. Koma çekdar jî li hember serbestberdanê 35 hezar dolar ji xizmên wan xwest.
Li gorî nûçeya ANHAyê ku agahiyan dispêre çavkaniyên nêzîkî malbatê, xizmên wan karîn 30 hezar dolar peyda bikin û bidin koma çekdar.
Hate ragihandin ku niha jî malbat li ser rêya ber bi Kobanê ve ye.







