Li Amedê îro jî bi hezaran serdana şîna cangoriyan kirin

  • 18:31 22 Tebax 2026
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê bi hezaran kes bi dirûşmeya “Şehîd namirin” di roja duyemîn de serdana şîna cangoriyan kirin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê ji bo sê rojan konê şînê ango konê bîranînê duh hate danîn. Bernameya bîranînê di roja duyemîn de berdewam kir.
 
Bernameya bîranînê ya îro jî bi serdanên girseyî berdewam kir. Bi hezaran kes, rêveber û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rûspî, seyda, kesayet bi girseyî serdana bîranînê kirin û sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re xwestin. Her wiha ji bi sedan kes ji bajarên derdora Amedê jî bi girseyî hatin serdana bîranînê û bûn hevxemê êşa malbatan.
 
Di serdanê de girse bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin, hestên xwe bi malbatan parve kirin û peyama xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li cangoriyan dan.
 
Her wiha sibê roja dawî ya şînê ye. Piştî şînê dê ji bo cangoriyan bernameya bîranînê bê lidarxistin.