'Cenaze di bin peyarêyan de hatin veşartin, lê berpirs nehatin darizandin'

  • 09:03 29 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Ji Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen, derbarê cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û piştre  di bin peyarêya li Kilyosê hatibûn veşartin de axivî û diyar kir ku tu lêpirsînek qanûnî derbarê berpirsan de nehatiye destpêkirin. Elîf Taşdogen bal kişand ser wê yekê ku malbat piştî sê salan cihê cenazeyan hîn bûne û banga avakirina komîsyoneke heqîqetê kir.
 
Berê hatibû eşkerekirin ku cenazeyên 282 endamên PKK'ê, yên ku ji Goristana Xerzanê li Bedlîsê hatibûn derxistin, li binê peyarêya rêyeke sereke li Kilyosa Stenbolê hatine veşartin. Herçend nasnameya 21 cenazeyan berê hatibû tespîtkirin jî, 261 cenazeyên din ên bê-nasname li Goristana Kilyosê hatibûn definkirin. Piştre, bi rêya testên DNA'yê yên ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hatin kirin, nasnameya cenazeyê Zehra Kısaoglu û Süheyla Kaya hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara giştî ya cenazeyên ku nasnameya wan hatine tespîtkirin gihîşt 23'yan. Cenazeyên Zehra Kısaoglu û Süheyla Kaya ji Goristana Kilyosê hatin wergirtin, bo Çewlîgê hatin veguhastin û li wir hatin definkirin.
 
Me derbarê pêvajoya ji derxistina cenazeyan heta veşartina wan a dawî de, bi parêzer Elîf Taşdogen re ku endama Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) ye re axivîn.
 
‘Rêzikname û qedexe zelal in; lê pêkanîn li dijî hiqûqê bûn'  
 
Elîf Taşdögen diyar kir ku rêzikname bi awayekî zelal mijarên vekirina goristanan û prosedurên veguhastin û veşartina cenazeyan diyar dikin û her wiha bibîr xist ku Goristana Xerzanê di 19'ê Kanûna 2017an de bi makîneyên kar hatiye kolandin û veguhastina cenazeyan a ji bo Stenbolê jî piştre bûye mijareke ku raya giştî pê agahdar bûye. Elif Taşdogen got: "Divê derbarê wê biryara qanûnî ya ku ev pêvajo li gorî wê hatiye meşandin de pirsên cidî werin kirin; herwiha derbarê wê yekê de ku çima malbat nehatine agahdarkirin, dema cenazeyên mirovan ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) hatine şandin çawa hatine belgekirin,û ya herî girîng jî çima ew cenazeyên ku ji bo Stenbolê hatibûn şandin ne li gorî rêbazên guncav, lê li kêleka rê hatine veşartin. Em dikarin bibêjin ku ev pêvajo, bi awayê ku hatiye meşandin, ne qanûnî ye."
 
‘Bi awayekî ku wijdana mirovan diêşîne hatin veşartin’
 
Elîf Taşdögen, diyar kir ku ew bi tesadufî hîn bûne cenaze li goristana bêkesan ya li Kilyosê hatine veşartin û wiha got: “Me dît ku cenaze ne li beşa ji bo bêkesan hatibûn veqetandin û  li bin peyarêya kêleka goristanê hatibûn veşartin. Ev rewşek bû ku bi kûrahî bandor li wijdana mirovan kir.”
 
‘Derbarê berpirsan de tu doz nehatin vekirin’
 
Elîf Taşdogen diyar kir ku wan piştî serlêdanên malbatan dest bi karûbarên qanûnî kirine û derbarê berpirsan de gilînameyên sûc pêşkêş kirine û da zanîn ku di gelek dozan de biryara ‘nevekirina dozê’ hatiye dayîn. Taşdogen got: “Wezaretê destûr neda ku derbarê dozgerên têkildar de lêpirsîn were kirin. Her wiha me derbarê sûcên heqaretkirina li bîranîna kesên mirî, îşkence û muameleya xerab de jî gilînameyên sûc pêşkêş kirin. Piştî biryara ‘nebûna mercên qebûlkirinê’ ya Dadgeha Destûra Bingehîn, me di sala 2022'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da, lê tu bersiv nehat wergirtin. Mixabin, derbarê tu kesên ku di van kiryaran de,di vê pratîka nemirovane de, cih girtine, tu doz nehatine vekirin.”
 
 
‘Êrîşeke li dijî nirxên manewî ye’
 
Elîf Taşdogen bal kişand ser wê yekê ku muameleya li hemberî goristanê her wiha armancê li nirxên civakî jî digire û wiha got: “Em dikarin bi zelalî bibêjin ku muameleya li hemberî vê goristanê, êrîşeke li dijî tevahiya nirxên civakê û cewhera wê ya manewî ye. Di bin qanûnên şer de jî piştî mirinê rêbazên taybet têne şopandin û veşartina cenazeyê li gorî bawerî û çanda kesê mirî pêk tên. Ew rastiya ku ev mijar hîn jî li Tirkiyeyê mijara nîqaşê ye, rewşek e ku wijdan bi kûrahî diêşîne ye.”
 
‘Binpêkirina mafê şînê’
 
Elî Taşdogen, bal kişand ser wê yekê ku veşartina cenazeyên mirovan li bin peyarêkê bandorê li mafên malbatan jî dike û got: “Ji ber ku ev rewş rasterast têkildarî xizmên kesê jiyana xwe ji dest daye ye, binpêkirinên têkildarî mafê şînê, mafê jiyana taybet û malbatî û rûmeta mirovî derdikevin holê. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hene ku beşdarbûna kesekî di merasîma cenazeyê xizmekî xwe de, di çarçoveya mafê jiyana taybet û malbatî de dinirxînin. Her wiha em dizanin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî derbarê van mafan de biryarên binpêkirinê dane.”
 
‘Divê malbat bibe kirdeya sereke ya pêvajoyê’
 
Elîf Taşdogan, bi nîşandana standardên navneteweyî yên têkildarî derxistin û naskirina cenazeyên mirovan re diyar kir ku Protokola Minnesotayê prensîbên girîng derbarê agahdarkirin û tevlîkirina malbatan di pêvajoyê de destnîşan dike. Elîf Taşdogen got: “Divê şîna malbatê, zanîna wan a derbarê cihê veşartina xizmê wan de, gihîştina wan a cenazeyan û veşartina li gorî bawerî û çanda wan, wekî pêkhateyeke yekbûyî werin nirxandin. Ev ne tenê binpêkirina mafekî  ye.”
 
Elîf Taşdögen, bi balkişand ser wê yekê ku malbat gelek caran tenê piştî hewldanên demdirêj dikarin cihê cenazeyan fêr bibin û wiha domand: “Malbat  cihê van cenazeyan sê sal şûnda hîn bûn. Dibe ku ji bo naskirina cenazeyan pêdivî bi lihevhatina DNA'yê hebe. Lêbelê, ev yek dûrxistina malbatan ji pêvajoyê re nake hinceteke rewa. Heke hûn malbatan bi salan ji van cenazeyan dûr bigirin û agahiyê nedin, em dikarin bibêjin ku ev nebûna agahiyê yek ji astengiyên sereke pêk tîne.”
 
‘Dibe ku nasname hatibin tespîtkirin’
 
Elîf Taşdogen, anî ziman ku derbarê hejmara cenazeyên ji Xerzanê hatine derxistin de tu daneyên teqez tune ne û got: “Li gorî wê dema ku derbas bûye, diviyabû nasnameya van cenazeyan heta niha hatiba tespîtkirin. Îhtîmaleke pir mezin heye ku ev yek jixwe hatibe kirin. Lêbelê, em jê agahdar nînin. Ji ber ku ji bo dosyeya dozê biryara nepenîtiyê hatiye dayîn, em nikarin wan belgeyên ku dikevin dosyeyê an jê derdikevin bibînin.”
Elîf Taşdogen her wiha anî ziman ku hin malbat ji bo serlêdanê dudil in û sedema vê yekê jî bi polîtîkaya tirsê ya demdirêj a dewletê ve girêda. Elîf Taşdogen diyar kir ku malbat dikarin ji cihên xwe yên niha serlêdana lihevanîna DNA;'yê bikin û destnîşan kir ku serlêdanên bi vî rengî dikarin pêvajoya tespîtkirina nasnameyê leztir bikin.
 
‘Divê em rûbirûyê heqîqetê bibin’
 
Elîf Taşdogen bi tekezî got ku aqûbeta cenazeyan nayê veqetandin ji danûstandinên aştiyê yên berdewam û wiha axivî: “Pêkanîna aştiyê ne tenê bi bêdengkirina çekan pêk tê. Divê em wê wêneyê ku ji pratîkên borî derketiye holê bibînin û rûbirûyê wê heqîqetê bên. Hîn jî gelek kes hene ku gorên wan tune ne û aqûbeta wan ne diyar e. Eger em behsa aştiyê bikin, divê em dest bavêjin vê mijarê.”
 
Elîf Taşdogen destnîşan kir ku cihê gorên Şêx Seîd û Seyîd Riza jî ne diyar in û anî ziman ku pêwîst e dewlet derbarê aqûbeta van goran de daxuyaniyekê bide. Elîf Taşdogen banga avakirina komîsyoneke heqîqetê kir da ku binpêkirinên borî werin lêkolînkirin û wiha lê zêde kir: “Divê ew bibe komîsyoneke ku kesên ji paşxaneyên cihêreng di nav xwe de dihewîne û piştrast dike ku lêkolîneke bi rastî hûrgilî tê kirin.”