Şandeya jinan li Rojava hevdîtin pêk anî

  • 12:23 11 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinan a Bakurê Kurdistanê, bi Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir. Di hevditinê de nîqaş li ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, xebatên hevpar ên di pêşerojê de, piştgirî û hevkariya ji bo şaredariyên Rojava hatin kirin.
 
Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, piştî serlêdana saziyên li herêmê duh hevdîtin bi Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî re kir.
 
Di hevdîtinê de nîqaş li ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê hatin kirin. Her wiha li ser xebatên hevpar ên di pêşerojê de, piştgirî û hevkariya ji bo şaredariyên Rojava hatin axaftin.
 
Şande serdanên xwe yên li saziyên Rojava didomîne.
 
Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.