Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir
- 11:41 16 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyî ji 10 welatan li Hollandayê destpê kir. Ji Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya got, "Em dixwazin aliyên xwe yên kêm diyar bikin û perspektîfa dema nû ava bikin, kêmasiyan ji holê rakin.
Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir ku wê sê rojan karên Jineolojiyê yên 18 salan ên li Ewropayê bêne nirxandin, rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela wê ya rêxistinbûnê ya dema nû bê nîqaşkirin.
Konferans bi dirûşma "Bij Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad" li bajarê Haleen ê Hollandayê pêk tê. Ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îngilistan, Îrlanda, Spanya û Îtalyayê zêdeyî 100 delege beşdarî konferansê bûn. Delege ji komîteyên Jineolojiyê, nûnerên komîn û meclîsên jinan, dayikên şehîdan, ciwan, çand-huner, çapemenî, bawerî û akademîsyenan pêk tên.
Wêneyên ji sembolên têkoşîna azadiyê ya jinê Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Nagîhan Akarsel, Besê Anûş, Viyan Soran, Hevrîn Xelef, Zîlan Pepûlê, Yadê Eqîde, Alîna Sanchez, Ellen Jaedicke li salona konferansê hate daliqandin.
Piştî stranên hunermend Sosin û nîşandaneke ji piştevaniya jinê konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdê Têkoşîna Azadiyê ya Jinê destpê kir. Piştre endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya axivî.
Elîf Kaya anî ziman ku Jineolojî bi Jineolojî bi beşdariya jinê ji gel û baweriyên cuda bi pêş ket û got, yek ji armancên bingehîn ên konferansê perspektîfa kar a dema nû ye.
Elîf Kaya beşdar silav kir û rabirdûya 18 salan a Jineolojiyê bibîr xist. Elîf Kaya got, "Em niha di kêliyeke dîrokî de ne. Ji sala 2008'an û vir ve ji Rêber Apo pênaseya Jineolojiyê kir, 18 sal derbas bûn. Îro li vê derê di asta Ewropayê de em yekemîn konferansa xwe lidar dixin ku karên Jineolojiyê dinirxînin."
Elîf Kaya diyar kir ku Jineolojî weke têgîneke heqîqetê ji roja destpêkê ve ji aliyê jinan, gelên cuda û derdorên cuda yên civakî ve bi coş hate pêşwazîkirin û xwedî lê hate derketin.
Bi dewamî Elîf Kaya anî ziman ku karên Jineolojiyê li Ewropayê gihîştiye asteke girîng got, îro li 7 welatan hatiye birêxistinkirin û li gelek welatan jî pêşî li karên nû vekiriye. Elîf Kaya ragihand ku vî karî zemîn pêşkêşî qadên cuda yên rêxistinbûnê kiriye û got, "Bêguman karekî 18 salan ji bo pêşvebirina zanistekê demeke kurt e. Lê belê dema ku mirov lê vedigerin û dinirxînin, hingî demeke dirêj e. Ev dem di heman demê de bi berdêlên giran derbas bû.
Elîf Kaya bal kişand ser rola jinên pêşeng ên ku bi têkoşîna xwe ji bo pêşketina Jineolojiyê şop hiştine. Elîf Kaya diyar kir ku Sakîne Cansiz, Leyla Agirî, Nagîhan Akarsel, Malda Kosa, Ararat Bawer, Helîn Murat, Îsyan Armanç, Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez), Helîn Karaçox (Ana Campbell) û hevrêyên din ên şehîd mîrateyeke xurt hiştine û got, “Jineolojî bingehê xwe ji vê kevneşopiya têkoşînê wergirtiye.”
Elîf kaya ev tişt jî got:
“Em di rêbazên Jineolojiyê û zanista wê de hezkirina azadiyê ya van hevrêyan, hêviya wan, cesaret û şopên wan ên afirîneriyê dibînin. Hevîrê Jineolojiyê bi vê re bûye yek, bi vî rengî xwe rêxistin kir û bû sazî.”
Elîf Kaya bal kişand ser kursiyeke vala ya li konferansê jî û anî ziman ku hîn jî fikir û têkoşîna jinên pêşeng ên jiyana xwe ji dest dane, ber didin xebatên Jineolojiyê.
Kaya got, “Niha li ser vê kursiya vala tenê wêneyên wan nîne; bi fikir, çalakî, xeyal û hêviyên xwe ji bo afirandina perspektîfa dema nû ya Jineolojiyê bi me re nîqaş dimeşînin. Ez vê ji kûrahî hîs dikim.”
Elîf wateya ku jinên pêşeng tevlî Jineolojiyê kiriye, bi van gotinan îfade kir:
“Wan ruh daye Jineolojiyê. Têkildarî vê yekê Jineolojî hinek jî tê wateya watedayîn û fêmkirinê. Tê wê wateyê ku mirov bi kevneşopiyê re girêdaneke xurt û zanebûn ava bike.”
Elîf Kaya ji xeynî asta niha ya xebatên Jineolojiyê behsa aliyên kêm mayî jî kir û got, kapasîteyeke xebatê ya têrker nehate pêşxistin ku her jinek xwe têde bibîne, lêgerîna xwe xurt bike û bersiva pirsên xwe bibîne. Elîf Kaya diyar kir ku pirsgirêkên jinên koçber jî weke rojeveke esas nehate nirxandin.
Elîf Kaya got, “Bi vê konferansê re em armanc dikin ku aliyên xwe yên kêm derxin holê û perspektîfa dema nû bi hev re ava bikin.”
Elîf Kaya, diyar kir ku yek ji armancên sereke yên konferansê, diyarkirina modela rêxistinkirina Jineolojiyê û diyarkirina perspektîfa xebatê ya dema nû ye. Elîf Kaya, bal kişand ser girîngiya nîqaşên ku dê di atolyeyan de werin kirin.
Elîf Kaya, da zanîn ku amadekariyên konferansê bi tevkarî û keda qadên cuda hatine meşandin û wiha got, “Di vê çarçoveyê de meclîsên jinan, komîteya avakirina qada civakî, çapemenî, ADM, Akademiya Zanista Civakî, xebatên Konfederalîzma Jinan, peywendiyên derve û qadên hevgirtina demokratîk di nîqaşên amadekarî de cih girtine.”
Elîf Kaya, anî ziman ku rexne, dîtin û pêşniyar hatine nirxandin û di avakirina atolyeyan de gelek hevrêyan berpirsiyarî girtine ser milên xwe. Elîf Kaya, li ser navê Koordînasyona Jineolojiyê spasiya hemû kesên ku ked dane kir.
Elif Kaya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser derfetên beşdariyê û got: "Ji ber şert û mercan, em neçar man ku hejmara beşdarên konferansê bi sînor bikin. Me nekarî gelek hevrêyên ku dixwestin beşdar bibin û ked dabûn vê têkoşînê vexwînin. Jineolojî xebatek e ku her jineke li pey azadiyê ye, bi dil û hişê xwe hîs dike û hewl dide ku fêm bike. Hêvîdar im di demên pêş de em bi çalakiyên cuda derfetên hevdîtin û xebata bi hevrêyan re zêdetir bi dest bixin."
Konferans bi xwendina peyaman berdewam kir.







