Jina ku tevahiya jiyana xwe ji bo aştiyê têkoşiya: Hatûn Aslan
- 10:06 17 Cotmeh 2026
- Portre
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a ku hêj di zaroktiya xwe de tevlî têkoşîna li dijî zordariya li ser gelê xwe bû heta dawiya jiyana xwe li ber xwe da. Muhsîne Aslan, bal kişandina ser pabendbûna Hatûn Aslan a ji bo têkoşîna jinan û hêviya wê ya ji bo aştiyê, got: "Ew ne tenê dayika min bû; ew dayika hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de cih digirtin, bû."
Hatûn Aslan, a ku zêdetirî 50 salan ji bo ax û nasnameya xwe têkoşiya, di zarokatiya xwe de li cihê jidayikbûna xwe, Amedê, rastî rastiyên dijwar ên wekî îstîsmar, êrîşkarî û talankirinê hat. Ew bi van têgehan ne tenê bi bihîstinê, lê di jiyana xwe de ev hemû pêkanîn jiya û nas kirin. Hatûn Aslan ku li hemberî zordariya li ser gelê xwe bêdeng nema, di temenekî ciwan de berpirsiyariyên girîng girt ser milên xwe û di nava têkoşînê de cihê xwe girt. Di tevahiya jiyana xwe de, di berxwedana xwe de tu carî sist nebû; ew ne tenê dayikek bû, di heman demê de ji bo her kesî heval û hogirek bû. Bi helwesta xwe ya bi biryar û têkoşîna xwe, şopeke ku qet nayê jibîrkirin li pey xwe hişt. Piştî ku kurê wê Yılmaz Aslan (Piling) di sala 1989'an de tevlî tevgera azadiya Kurd bû, ew bi awayekî xurtir xwedî li doza kurê xwe derket; di salên piştî wî de jî di qadên cûda yên têkoşînê de dilsoziya xwe ya ji bo tevgerê nîşan da. Hatûn Aslan, bi şopandina wê rêya ku kurê wê hilbijartibû, berxwedan û têkoşîna xwe heta dawiya jiyana xwe domand.
Hatû Aslan, a ku jiyana xwe ji bo bidestxistina wekheviya di navbera gelan de, aştî û aramiyê terxan kiribû, di 15'ê Cotmehê de ji ber krîza dil koça dawî kir.
Bûka wê, Muhsîne Aslan, diyar kir ku ew berxwedan û têkoşîna ku Hatûn Aslan bi salan meşandibû, dê ji bo wan wekî mînakekê bimîne.
‘Berxwedana Hatûn Aslan dê ji bo jinan bibe mînak’
Muhsîne Aslan anî ziman ku Hatûn Aslan, tevî windakirina kurê xwe yê ku di nava tevgera azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabû jî têkoşîna xwe berdewam kir. Muhsîne Aslan da zanîn ku Hatun Aslan qet dev ji bawerî û nirxên xwe berneda û heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî bi biryar li ser helwesta xwe ma. Muhsîne Aslan got: “Hêj beriya ku ez wê nas bikim, ew di nava têkoşîna azadiyê de bû. Dema ku zarokê wê yê ku paşê di vê têkoşînê de şehîd bû hêj sax bû, ew beşdarî çalakiyan dibû û xwedî li vê dozê derdiket. Piştî ku kurê wê şehîd bû, wê soza ku dabû bi cih anî û got ‘Min ev têkoşîn beriya te da destpêkirin, lê tenê ji ber ku tu êdî tune yî, ez ê gavekê jî paşve neavêjim. Ez ê vê têkoşînê bidomînim û heta ku ji destê min tê, ez ê wê pêş ve bibim.’. Bi rastî jî wê soza xwe bi cih anî. Heta nefesa xwe ya dawî, wê têkoşîna xwe domand û parastina nirx û baweriyên ku ji bo wê hêja bûn, kir.”
‘Daxwaza dayika Hatûn aştiyek mayînde bû’
Muhsîne Aslan, bi nîşandana xemgîniya xwe ya kûr a ji ber koça dawî ya Hatûn Aslan a bêyî dîtina aştiyê anî ziman û wiha got: “Di van demên dawî de, wê gelek caran digot, ‘Ez ê bimirim û ez ê aştiyê nebînim.’ Min jê re digot, ‘Na dayê, tu yê bibînî, ez ê jî bibînim.’ Lê mixabin, berî ku aştî pêk were, wê ji nava me bar kir. Ew ji vê yekê gelekî xemgîn bû ku,di demeke em hemû bi berdewamî gavê ber bi aştiyê ve diavêjin û dewleta Tirk li gorî dîtina wê qet gavek neavêtiye. Mixabin, gûmanên wê rast derdikevin. Xwezî em neçarî demên wiha nebûya. Em hemû vê êşê di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin. Careke din, sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd re dixwazim. Ew ne tenê dayika min bû; ew dayika hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de cih digirtin bû. Ew çû her derê, serê çiyayan û deştan da ku li pey kesên di têkoşînê de bin û piştgiriya xwe pêşkêşî wan bike. Wê ev dilsoziya xwe heta nefesa xwe ya dawî domand. Li malê, wê gelek caran ji hevjînê min re digot, ‘Alîkariya hevjîna xwe bike; ew diweste.’ Ew dayikek bû ku her tim li kêleka kesên di têkoşînê de bû û ew di bîra xwe de dihewandin.”
‘Mîrateya Hatûn Ana, mîrateya aştiyê û berxwedanê ye’
Muhsîne Aslan, bi gotina ku wê têkoşîn kiriye da ku dayikên din êşê nekişînin û zarokên din jiyana xwe ji dest nedin û wiha dawî lê anî: “Hêviya wê ya herî mezin aştî bû. Wê tim digot: ‘Heta niha xwîn hatiye rijandin û me zarokên xwe winda kirine. Bila êdî zarokên me neyên kuştin. Ez naxwazim dilê min biêşe, her wiha naxwazim dilê dayikên din jî biêşe. Bila êdî zarok neyên kuştin; bila dayikeke din jî neçar nemîne ku êşeke wiha bikişîne.’ Ew bawer bû ku divê aştî pêk were, çi dibe bila bibe. Wê biryardariya xwe bi van gotinan dianî ziman: ‘Divê em aştiyê pêk bînin, encam çi dibe bila bibe.’ Min her tim ew ji xwe re kiriye mînak. Di wan rêyên ku tê de meşiyaye, di karên ku min girtine ser milê xwe û di wan sazî û qadên ku min tê de cih girtime de, min helwesta wê ji xwe re kiriye ronahî. Çi di qada giştî de be, çi li malê, di nava malbata xwe de an jî di têkiliyên xwe yên dostaniyê de; min ji tevgerên wê, gotinên wê û awayê nêzîkbûna wê ya li hember mirovan, gelek îlham girtiye. Ew jineke divê mînak bê girinê ye.”








