Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin

  • 12:55 17 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê Instagramê yê rojnameya Azadiya Welat hate astengkirin.
 
Êriş, zext û sansura li ser çapemeniyê berdewam dike. Îro jî hesabê Instagramê yê rojnameya Azadiya Welat hate astengkirin. Rojnameya Azadiya Welat di malpera xwe de ragihand ku hesabê wan ê Instagramê hatiye astengkirin û bertek nîşanî vê yekê da.