Ji sê bajaran bang: Em dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin

  • 14:37 17 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD'ê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin faîl werin darizandin” di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Aydemîr, Fehmî Tosûn, Yilmaz Gumuş, Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak pirsîn.
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” çalakiyên xwe yên heftane li dar xistin. Xizmên Windayan û ÎHDê di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Aydemîr, Fehmî Tosûn, Yilmaz Gumuş, Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak pirsîn.
 
Amed
 
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 923yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hûseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn ên ku di 19ê cotmeha 1995an de li Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hatibûn binçavkirin û piştre tu agahî ji wan nehatibû wergirtin pirsîn.
 
Di destpêka daxuyaniyê de Sekreterê ÎHDê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz Hatûn Aslan a duh jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî û wiha got: “Bi salan e em dostên xwe yên windabûyî bi bîr tînin û em êdî naxwazin di nav vê nediyariyê de bijîn. Temenê me di van qadan de bi lêgerîna windayên me derbas dibe. Li dijî bê qanûniya ku dewletê li me kirine, me di her mercî de ev yek anî ziman. Çend sal derbas bibin jî, em ê her dem aqûbeta windayên xwe bipirsin, mafê me heye ku em vê zanibin û heta ku em aqûbeta wan bizanin em ê di vê qadê de bin.”
 
Piştî Firat Akdenîz, xwîşka Fehmî Tosûn, Kiymet Zengîn got ku ew ji dewletê aqûbeta birayê xwe dixwaze û wiha axivî: “Ez dizanim dewletê ew girtiye binçav kiriye. Bi zorê avêtin erebeyê û birin. Ez dozdar im. Ez bangî wezîrê edaletê dikim. Bila Meclis biryarê bide û ev mirov werin dîtin.”
 
Parlementerê Yenî Partiyê Sezgîn Tanrikûlû jî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Çekberdan û dawîlêhatina pevçûnan bi tenê nayê wateya aştiya civakî. Bêyî edaletê aştiya civakî çênabe. Ji ber wê yekê divê aştiya civakî di vê qadê re derbas bibe. Divê bi van mirovan re rûbirûbûn pêk bê. Bêyî vê yekê em nikarin ji pêvajoya aştiya negatîf derbasî pêvajoya aşitiya erênî bibin.”
 
Çîroka windakirina Hûseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Berfîn Elçî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 759emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de aqubeta Yilmaz Gumuş ê ku di 21ê cotmeha 1993yan de li taxa Yeşîltepeyê ya Êlihê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehat girtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê, Xizmên Windayan, Rêveberên Partiyên siyasî yên bajêr û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan. Rêvebera ÎHDê ya Êlihê Mîzgîn Aravîn çîroka windakirina Yilmaz Gumuş xwend.
 
Çalakî bi deqeyek rûniştandinê bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 249an de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ên ku di 5ê cotmeha 1994an de li gundê Tiyarê ya navçeya Çelê binçavan de hatibûn windakirin, hate pirsîn.
 
Daxuyanî ji aliyê hevserokê ÎHDê yê Colemêrgê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 31 sal e kujerên Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak nehatine darizandin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.