Li Hesekê karên entegrasyona saziyên tenduristiyê destpê kir
- 15:47 18 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Komîteya tenduristiyê ya ji aliyê Walîtiya Hesekê ve hate diyarkirin dest bi karên entegrasyona saziyên tenduristiyê kir.
Ofîsa Ragihandinê ya li Parêzgeha Hesekê ragihand ku komîteya ku ji hêla parêzgar Nûredîn Ehmed ve hatiye destnîşankirin, li qada tenduristiyê ya parêzgehê bi fermî dest bi karê xwe kiriye. Komîteyê duh serdana Nexweşxaneya Qamişloyê kir û dest bi pêkanîna plana xebata rêxistinî kir.
Li gorî ofîsê, di destpêkê de pergala rêveberî û karmendan hat sazkirin û karmend li gorî pisporiya xwe û hewcedariya navendên tenduristiyê yên li parêzgehê hatin birêxistinkirin.
Komîteyê her wiha diyar kir ku karmendên ku di dema rejîma berê de ji ber sedemên siyasî û ewlehiyê ji kar hatine avêtin, mafê wan heye ku vegerin ser karên xwe.
Nivîsgeha Ragihandinê diyar kir ku hemû karmendên Rêveberiya Xweser ên ku di qada tenduristiyê de dixebitin, bi fermî di nav pergala nû de hatine tayînkirin.







