Şahida 10’ê Cotmehê: Bêyî demokrasiyê aştî ne pêkane

  • 09:07 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STNEBOL - Çîgdem Yerlîkaya di 11’emîn salvegera Komkujiya Garê ya Enqereyê de axivî û da zanîn ku divê berpis bên darizandin û got: “Rayedarên dewletê yên destûr dan vê, yên ku ev dan kirin divê bên cezakirin.”
 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li hember mîtînga "Ked, Aştî û Demokrasiyê" ya ku li ber Gara Enqereyê pêk dihat, du êrîşên bombeya zindî pêk hatin û 104 kesî jiyana xwe ji dest da. 11’emîn salvegera komkujiyê nêz dibe û hîna jî darizandin didomin. Malbat û parêzer têkoşîna edaletê didomînin. 4’emîn dadgeha ceza giran a Enqereyê di Tîrmeha 2024’an de li 10 gumanbarî 101 carî cezayê muebetê birî, der barê Erman Ekîcî de biryara beratê da.
 
Darizandina 11 gumanbarên fîrarî ku dosya wan hatiye veqetandin jî didome. Runiştina dozê di 3’ê Kanûnê de wê bê dîtin.
 
Şahida komkujiyê Çîgdem Yerlîkaya di salvegera komkujiyê de axivî û da zanîn ku hevalên wê endama Egîtîm Sen a Stenbolê Şîrîn Kiliçalp û Ata Onder Atabay di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane. Çîgdem Yerlîkaya tiştên jiyaye ji ajansa me re nirxand.
 
‘Şîrîn û Ata aştî bûn’
 
Çîgdem Yerlîkaya ya mamosteya perwerdehiya taybete diyar kir ku ew bi dotmam û hevpîşeya xwse Şîrîn Kiliçalp re tevli mîtîngê bûye û piştî got piştî tayîna Şîrîn Kiliçalp hatiye Stenbolê ew ji nêz ve nas kiriye û wiha got: “Em 7 salan di heman malê de man. Mamosteya Tirkî bû. Hevaltiya wê jidil bû, miroveke gelek dihat hezkirin bû. Ez, Şîrîn û Ata Onder Ataybet 10’ê Cotmehê bi hev re derketin. Em li Egîtîm Senê hatin gel hev û çûn Enqereyê. Em ji hev neqetiyan. Heta ku komkujî çêbû.”
 
‘Ne polîs ne peywirdarên ewlehiyê hebûn’
 
Çîgdem Yerlîkaya destnîşan kir ku di têketina qadê de tu tedbîrên ewlehiyê tunebûne û wiha vegot: “Kontrolên ku di çalakiyên berê de dihatin kirin li vir nehat kirin. Hestek cuda bû. Bêdengiyek hebû. Bêdengiya mirinê bû. Me ferq nekir. Em rehet bûn. Di rewşa heyî de em ji gelek kontrola derbas dibûn. Lê li wir tu tiştek tunebû.”
 
‘Bila aştî ji bo xatirê wan bê’
 
Çîgdem Yerlîkaya got divê têkoşîn û bîranîna wan bê jiyîn û wiha anî ziman: “Ew êdî ligel me tune ne. Wê di bîranînê me de bijîn. Şopên pir xweş li ser me hiştin. Ger  ku rojekê aştî bê vî welatî bila ji bo xatirê canê wan bê. Divê berpirsên vê komkujiyê hesab bidin. Malbatan doz şopandin. Divê hemû kesên bepirsê vê komkujiyê hesab bidin. Travmayên malbatan tevî salan hê jî didome.”
 
‘Bêyî demokrasiyê aştî ne pêkane’
 
Çîgdem Yerlîkaya balkişand ser nîqaşên aştiyê ku îro tên meşandin û got tevî hemû êşa ku kişandine hêviya wan heye û ev tişt bi lêv kir: “Ez dixwazim bi hinek tiştan bawer bikim. Em aştiyê dixwazin. Lê divê ewil li vî welatî demokrasî hebe. Bêyî demokrasiyê aştî ne pêkane. Ev pir zelale. Divê şatiyeke mayînde hebe. Aştî ne tenê bêdengbûna çekane. Dema komkujiya 10’ê Cotmehê hat jiyîn gotinên aştiyê hebûn. 11 sal di ser de derbas bû. Şertên li Tirkiye û Rojhilata Navîn guherîn. Tevî vê min hêviya xwe winda nekiriye. Ez baewr dikim. Dixwazim bawer bikim.”
 
Çîgdem Yerlîkaya di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê bîranîna Şîrîn Kiliçalp û Ata Onder Atabay bê jiyîn.