39’emîn Hevdîtina Jinan a Navneteweyî li Cordobayê dest pê kir

  • 19:14 11 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi hezaran jin tevlî 39’emîn Hevdîtina Jinan a Navneteweyî ya li bajarê Cardobayê dest pê kir. Di vekirina hevdîtinê de, peyama bi dîmen a ji çiyayên Kurdistanê hate şandin, hate pêşandan.
 
Bi hezaran jin ji çar aliyên Abya Yalayê tevlî 39’emîn Hevdîtina Jinan a Navneteweyî bûn ku li bajarê Cordoba ya Arjentînê ku bajarê Şehîd Legerîn (Alîna Sanchez) destpê kir. Jinan bi civîn û bernameyên cuda tecrubeyên xwe yên têkoşînê nîqaş dikin û stratejiyên têkoşîna hevpar û ji bo peşerojê pêş dixin.
 
Di hevdîtina vekirinê de peyama ku ji çiyayên Kurdistanê hatibû şandin, hate pêşandan. Beriya dîmenê, endamên Tevgera Jinan a Kurdistanp axaftinên silavkirinê kirin û silavên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandin.
 
Piştre, peyama bi dîmen a Hevseroka Partiya Jiyana Azad (PJAK) Zîlan Vejîn hate pêşandan.  Zîlan Vejîn, 39’emîn Hevdîtina Jinan a Navneteweyî silav kir û bal kişand ser têkoşîna hevpar. Zîlan Vejîn diyar kir felsefeya Abdullah Ocalan ji bo tevahî gel û jinên cîhanê bersivekî ye.
 
Peyama bi dîmen bi coşekî mezin hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
 
Hevdîtina ku Tevgerên femînîst ên cuda, bi taybet jinên ku nûnertiya tevgerên jinan ên xwecihî dikin tevlî bûn, wê 2 rojên din jî deam bike. Di çarçoveya bernameyê de wê atolye, pêşandanên fîlman û çalakiyên cuda werin pêşkêşkirin.